Gränskontroller
Wêne: Johan Nilsson/TT
Riksrevisionen

"Biryara kontrola sînoran ne zelal e"

"Bingehê biyarê ne zelal e."
1:50 min

Biryara hikûmetê ya li ser kontrola ser sînoran a par ne zelal bû û bingehê biryara dirêjkirina vê jî xerab e. Ev ji aliyê Riksrevisionen ve tê ragihandin ku daîreya kontrola biryar û çalakiyên dewletî ye.

Dema hikûmetê par biryara kontrolkirina sînoran da wan diyar kir ku Daîreya Koçê hatina penaberan bêkontrol û polîs ewlehiya navxweyî di bin tehlûkeyê de dibîne. Lê li gor Riksrevisionen wan diyar nekir ka kontrola sînoran dê çawa ber li van kêşeyan bigire.

Helena Fröberg lêkolîna li ser biyara kontrola sînoran çê kiriye. Ew dibêje mirov dikare tiştên cuda ji van gotinan fêm bike.

Fröberg dibêje ji ber ku sedem dikarin cuda werine şîrovekirin ne zelal e ka hikûmet dixwaze bi kontrola sînoran bigihîje çi. Li gor wê dema hikûmetê biryara dirêjkirinê da ne diyar bû ka wan çima ev biryar daye û çawa gihîştine wê encamê ku ev kontrol hê pêwîst in.

Li gor Riksrevisionen polîs karê kontolê baş pêk aniye, lê kesên ku biryar dane ka kontrolê çawa pêk were polîsên bi rûtbeyên nizm bûne. Loma kêmasiyek jî ew e ku haya van polîsan ji qanûna biyaniyan tuneye.

Wezîrê karûbarên navxweyî Anders Ygeman dibêje hikûmetê bi zanayî konrola sînoran hinekî sivik hiştiye

Ygeman dibêje ku me bi ya Riksrevisionenê bikira kontrol dê xerabtir û bihatir bûya û em ê negihana encamên me dixwestin. Lê ew jî qebûl dike ku divê personel li ser qanûn û qaîdeyan werine perwerde kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".