Jens Orback, Marie Granlund, Johan Buser,  Selahattin Demirtas
Ji Swêdê Jens Orback, Marie Granlund û Johan Buser çûbûn ku serdana Demirtaş bikin

Nehiştin siyasetvanên ewrûpî serdana Demirtaş bikin

Orback: Gereke Demirtaş yekser were berdan!
4:32 min

Serokê Partiyên Sosyalîst ên Ewrûpa jî di nav de hejmarek siyasetvanên ewrûpî ku dixwestin serdana Selahattin Demirtaş bikin li ber dergehê zindanê hatine rawestandin.

Di heyeta ku bi neyta serdanê çûne Tirkiyê de sekreterê giştî yê Navenda Olof Palme (Palmecenter) Jens Orback jî cî digre. Gava em li Jens Orback Geriyan ew li ber dergehê zindana ku serokê HDPê lê girtiye bû:

– Niha ev nêzîkê saetekê ye em li ber zindana Edirna ne ku ji 4ê mijdarê ve Selahattin Demirtaş lê girtî ye.

Di heyeta ewrûpî ku çûne Tirkiyê da ku serdana Selahattin Demirtaş bikin de serokê Partiyên Sosyalîst ên Ewrûpa Sergei Stanishev û siyasetvanên sosyaldemokrat ên ji ji Almanya, Awusturya, Italya û Fransa hene.

Ji Swêdê digel Jens Orback herwiha du parlamenterên Sosyaldemokrat cî digrin. Orback dide zanîn ku ji bo vê serdanê wan daxwaza destûrê ji Tirkiyê kirine, tu bersiv wernegirtine, lê dîsa jî biryar dane ku hewl bidin herine zindanê.

– Neyta me ew bû em di asta bilind de xwepêşandanekê bikin. Piştgiriya xwe ji bo mafê mirov ên bingehîn nîşan bidin û bêjin gereke Demirtaş ku yek ji siyasetvanên muxalefeta Tirkî yên herî mezin e yekser were berdan.

Sekreterê Giştî yê Palmecenter Jens Orback herwiha dide zanîn ku ew ê serdana rêxistinên mafê mirovan, CHPê, rojname û kovarên di bin zextan de jî bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".