Zlatan Ibrahimovic
Hem topa zêrîn distîne hem peykerê wî tê ava kirin. Wêne: Jonas Ekströmer/TT
Spor û werzîş

Peykerê Zlatan tê çêkirin

Hêj Zlatan sax peykerê wî li paytextê tê daçikandin!
1:10 min

Zlatan Ibrahimovic ji bo cara yanzdehê topa zêrîn (guldbollen) stand. Herwiha hate eşkere kirin ku peykerê Zlatan dê were çêkirin û li pêşiya saheya neteweyî ya li Solna were daçikandin.

Di wergirtina xelatê de Zlatan got:

– Piştî mirinê peykerê xelkê tê çêkirin, lê yê lawikê ji Rosengård hêj li jiyanê tê daçikandin.

Belê, ev cara yanzdehê ye Zlatan ê ku li herêma Rosengård a Malmö mezin bûye xelata Federasyona Futbola Swêdê û êvarnameya Aftonbladetê topa zêrîn distîne. Peyker jî ji aliyê Federasyona Futbolê ve tê çêkirin. 

Zlatan Ibrahimovic 35 salî ye. Piştî şampiyoniya Ewrûpa ku li Fransa dihate lîstin wî biryar daye ku di taximê milî yê Swêd de bes bilîze, lê heta niha jî ew di tîma hucûmê ya Manchester United de çalak e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".