Zarok TV
Zarok TV li Tirkî û bakurê Kurdistanê yekem kanala zarokan bû.

Temaşevanên Zarok TV li benda weşana nû ne

Dayikek: Bi Zarok TV bîna me çêtir fireh dibû.
7:20 min

Meqamê herî bilind ê Tirkî destûra Zarok TV daye ku ji nû ve dest bi weşana xwe bike û hezkirên kanalê yên li Swêdê li benda weşana nû ne.

Vê havînê ji bilî hin kanalên ku ji aliyê Tirkî bi xwe ve têne birêvebirin hemû radyo û televîzyonên kurdî ku ji Tirkî weşan dikirin hatine girtin. Yek ji van televîzyonan jî kanala Zarok TV bû ku li Swêdê jî gelek temaşevanên wê hebûn.

Robîn yek ji temaşevanên Zarok TV bû ku dibêje ew ji kanalê kurdî fêr dibû.

Mîna ji navê wê jî diyar e Zarok TV bernameyên ji bo zarokan çêdikir. Xêzefîlmên Şînok û Sifinc Bob, bernameyên mîna Kenkenok û Hebû tune bû diweşand. Lê temaşevanên Zarok TV ne tenê zarok, herwiha ew tercîha gelek mezinan jî bû.

Bavê Robin, Osman, yek ji salmezinan e ku dibêje wî gelek caran li Zarok TV temaşe dikir.

Di van salên dawî de hejmara kanalên kurdî zêde bûye. Naveroka piraniya wan nûçe, pêşveçûn, pirsgirêkên civakî yên Kurdistanê ne û êş û kulên Kurdistanê jî bi piranî mirovan xembar û dilgiran dikin. 

Şêxa ku îro zarokên wê xort in, dibêje bi temaşekirina Zarok TV çêtir bîna wê fireh dibû.

Behcet Sevim heta berya çend mehan xwediyê sê kanalên bi kurdî Zarok, Govend û Denge TV bû. Lê di dawiya îlonê de ji nişkê ve weşanên wan tev hatine rawestandin.

Weke sebeba girtinê ji wan re hatiye gotin ku kanalên wan yekpareyiya dewletê tehdît dike.

Ji temaşevanên Zarok TV ên li Swêdê Robin û bavê wî dibêjin gava wan girtina kanalê bihîstiye ew aciz bûne.

Girtina Zarok TV di raya giştî ya cîhanê de dengekî berfireh veda. Berpirsên kanalê biryarê îtiraz dikin û ji dawiya meha deh ve serokwezîrtiya Tirkî biryara xwe paş de. Yanî li gor meqamê herî bilind ê Tirkiyê destûr heye ku Zarok TV dîsa weşana xwe bike. Lê ji bo ku weşan werine kirin gereke Desteya Radyo û Televîzyonê ya Tirkî (RTUK) jî biryarê qebûl bike û Behcet Sevim dibêje RTUKê heta niha bi hîncetên nemaqûl ew asteng kirine. Sevim di wê baweriyê de ye ku Zarok TV di nêzîk de cardin dest bi weşanê bike.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".