Jasenco Selimovic li Strasbourgê axivî.
Jasenco Selimovic li Strasbourgê axivî. Wêne: Jan Andersson / Sveriges Radio

Parlamenterê swêdî bi zordariya psîkolojîk tê sûcdar kirin

Selimovic: Ez bêguneh im.
0:58 min

Parlamentoya Ewropayê doh li Strasbourgê eşkere kir ku ew parlamenterê ji Partiya Lîberalan a swêdî Jasenko Selimovîc ji ber ku ew zordariya psîkolojîk li asîstanên xwe dike îqaz dikin.

Piştî daxuyaniyê sekretera Partiya Lîberalan Maria Arnholm şîroveyeke nivîskî li ser bûyerê weşand. Ew dinivîse ku ev îqaza Parlamentoya Ewropayê gelekî cidî ye û ew ê vê bispêrine komîteya etîkê ya partiyê. Komîte dê li ser tedbîrên ku divê werine girtin pêşniyazan pêşkêşî partiyê bike.

Ne diyar e ka komîte dê çi pêşniyaz bike û ka qonax dê çiqasî zû bimeşe. Herwiha tacîza psîkolojîk ku Selimovic pê tê sûcdar kirin jî nayê eşkere kirin.

Îro Selîmovîc li ser bûyerê diaxive û bêgunehiya xwe îdia dike. Ew diyar dike ku ew rêzê ji biryarê re nîşan dide, lê ew li ser bêgunehiya xwe israr dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".