Palme Strasbourg och Erdogan
Susanne Palme nebawere ku serokên Ewrûpa li gor daxwaza parlamento tev bigerin. Wêne: HENRIK MONTGOMERY / TT

Parlamena Ewrûpa: Hevdîtinên bi Tirkiyê re rawestînin!

Palme: Biryar ne di destê parlamento de ye.
2:48 min

Parlamena Ewrûpa dixwaze hevdîtinên bi Tirkiyê re yên ji bo endamtiya Yekîtiya Ewrûpa werine rawestandin.

Parlamentoya Ewrûpa îro li Strasburg li hev civiya û ji bo pêşniyaza derbarê Tirkiyê de çû dengdanê. Pêşniyaz ew bû ku hevdîtinên ji bo endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpa ji bo demekê werine cemidandin. Û pêşniyaza cemidandinê bi 479 dengan hate qebûl kirin. Hejmara dengên ku dixwestin hevdîtin dewam bikin tenê 37 bûn. 107 endaman jî dengê xwe bi kar neanîn. 

Lê, nûçegihana Radyoya Swêdê ya Yekîtiya Ewrûpa Susanne Palme   dibêje ji bilî nîşandanê tu wateyeke mezin ya vê dengdanê nîne.

– Parlamento fikrê xwe diyar kiriye û niha êdî aşkere dixwaze ku Yekîtiya Ewrûpa li hemberî Tirkiyê bêhtir bêtirs be. Wekî din wateyeke vê dengdanê nîne ji bo ku standina biryara ne di destê parlamento de ye. Konseya Yekîtiya Ewrûpa biryarên dawî distine. 

Parlamentoya Ewrûpa jî ji bo ku daxwaza wê ji aliyê serokan ve were pejirandin pêşniyaza xwe piştî mehekê dişîne ji konseyê re. Lê Susanne Palme dibêje ew qet bawer nake ku Konseya Ewrûpa biryareke li gor daxwaza parlamento bigre.

– Tirkî û Yekîtiya Ewrûpa muhtacên hev in. Nexasim di meseleya koçberan de pêwistiyeke mezin ya Ewrûpa bi Tirkî heye. Û tenha tesîra Ewrûpa ku li ser Tirkî heye bi riya hevdîtinên endamtiyê ne. Paralamento azad e, dikare raya xwe bi serbestî bêje. Lê gava ku Yekîtiya Ewrûpa biryareke bi heman rengî stand encamên wê pir mezin dibin. 

Li ser pirsa me ya bê naxwe wê di têkiliyê navbera YE û Tirkiyê de niha çi bibe, Susanne Palme dibêje :

– Min ne bawer e tiştek zêde bibe. Serokên Ewrûpa heta ji wan were wê nexwazibin dest bidin vê pirsê û wê taloq bikin. Meha kanûnê jî wê hewl bidin behsa vê meselê nekin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".