polis
Wêne: Maja Suslin/TT

Polîs bi heqaretkirina penaxwaz tê sûcdar kirin

Heye ji kar were avêtin.
0:57 min

Polîsê ku di qeydê de ji penaxwaz re dibêje ”erebê şeytan” bi tehdîd, lêdan û heqaretê tê sûcdar kirin.

Vê biharê dema ku penaxwazek dê ji kampa penaberan a li Emmabodayê bihata bi dûr xistin minaqeşe di navbera wî û polîs de çê bû. Wê demê zilêm bûyer bi dizî qeyd kiribû.

Polîs ji penaxwaz re dibêje bicehime here, şeydanê dîn. Here malê erebê şeytan. Here welatê xwe yê pîs.

Polîs sûcan red dike. Lê dozger dibêje lêkolînên berfirehtir dê werine çê kirin. Eger polîs ji ber lêdanê ceza bixwe heye ew ji kar were avêtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".