Black Friday-skylt i ett butiksfönster. Foto: Tomas Oneborg/TT.
Wêne: Tomas Oneborg/TT.

Îro roja erzaniya îna reş e

Daîreya Serfkaran: Neyêne xapandin.
1:12 min

Roja erzaniya mezin ”îna reş” îro ye. Hem li firoşgehan hem jî li ser înternetê berhem dikevine erzaniyê. Salên 1960î Amerîkiyan ji bo zerara xwe ku bi sor dinivîsin ji holê rakin û bi reş binivîsin ev erzanî dikirin.

Gotina îna reş an jî weke ku piraniya caran bi ingilîzî tê gotin Black Friday li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) roja piştî cejna spasdariyê ye. Vê rojê hemû firoşgeh ji bo zerara salê bikine kar dest bi erzaniyeke ecêb dikin. Ev fenomena ku li DYA dest pê kir vêga Swêd jî tê de li seranserê cîhanê belav dibe.

Li Swêdê jî piraniya firoşgehan, bi taybetî yên cilan û elektronîkê, erzaniyê dikin. Lê Daîreya Serfkaran (Konsumentverket) dibêje hay ji xwe hebin û neyêne xapandin. Hin firoşgeh biqasî ku bihayê berheman erzan nakin dîsa jî weke erzaniyê nîşan didin.  Ew bihayê normal gelekî bilind dideynin û yê erzankirî jî wê demê di eslê xwe de erzan nabe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".