Gelek ji Tirkiyê koçberî Yekîtiya Ewrûpayê dibin
Wêne: Leo Sellén TT

Gelek ji Tirkiyê koçberî YE dikin

Piraniya wan kurd in
2:49 min

Hejmara hemwelatiyên tirk yên serî li mafê penaberiyê di Yekîtiya Ewrûpayê de didin bi hêz zêde bûye. Li Swêdê hejmara wan ducar bûye danberhev bi par re.

Carl Bexelius, cêgirê şefê hiqûqî li Dezgeha koçê, Migrationsverket, dibêje sebeb kare rewşa siyasî li Tirkiyê be.

-Em texmîn dikin ku ev zêdebûn ji ber rewşa neewle ye li Tirkiyê piştî nebiserketina hewldana derbeya leşkerî ya di havîniyê de rûda.

Ta 1 meha yazdan, november, 531 penaxwaz ji Tirkiyê hatibûn Swêdê, danberhev bi par re ev hejmar ducar e. Û piştî hewildana derbeya leşkerî di havînê de Dezgeha Koçê biriyar daye ku dest nede serîlêdanên penaberiyê yên bi girêdana derbeya leşkerî ne ji ber ku rewş nerûniştî û sabit e.

Piraniya yên têne Ewrûpayê kurd in, yek ji wan yên karîbû xwe bigihine Swêdê û nuha daxwaza mafê penaberiyê li Swêdê dike Şêristan e. Ew ji ber rewşa siyasî û rewşa xwe ya şexsî ji Tirkiyê derketiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".