Bertil Ericson /Scanpix
Wêne: Bertil Ericson /Scanpix

Parvekirina erebeyekê dê serbest be, lê bi şertekê

Ku mirov jê qezencê neke çalakiyên seferên hevbeş ku çend kes li ser App û înternetê hevdu dibînin û erebeyekê bi kar tînin dê ne qedexe bin.

Li gor agahiyên ku Radyoya Swêdê bi dest xistine ev ê îro di lêkolîna hikûmetê ya li ser taksiyan were pêşkêş kirin.

Lê li gor pêşniyaza lêkolînê xizmetên ajotinê yên weke Uber-pop ji ber ku ew qezencê dikin dê neyêne serbest kirin.

Lêkolîner li ser qanûnê hûr bûne da ku were zelal kirin ka sefera hevbeş tê çi maneyê û kîjan xizmet dikarin weke seferên hevbeş werine dîtin. Li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin seferên bihevre yên ku li ser Appên telefonan û înternetê têne kirin dê serbest bin, lê divê ti qezenc neyê bi dest xistin.

Ji bo agahiyên zêdetir û deng li ser lînkê li jêr bitikînin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".