Polis står vid avspärrning, på andra sidan avspärrningen står människor
Wêne: TT/Sveriges Radio bildmontage

Johansson: Rewşa hin taxên Stockholmê berbat e!

"Chicago ya salên 1930 tîne bîra mirovan"
1:27 min

Înê êvarê li herêma Rinkeby li Stockholmê di êrîşeke ser çayxaneyekê de du xort hatine kuştin û kesek jî birîndar bû. Heta niha tu gumanbar nehatine girtin.

Polîsê Stockholmê radigihîne ku wan îfadeya şahidan standiye û hewldanên wan ên ji bo girtina sûcdaran berdewam in, bes heta niha tu gumanbar nînin. 

Înê saet navbera 10 û 11ê êvarî hin kesan li Rinkeby bi çekan êrîş birin ser kafeyekê. Gava polîs giha ciyê bûyerê du kes hatibûne kuştin, yek jî bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê.

Ji Encûmena taxa Järva Arne Johansson ji pêşveçûna li herêmê gelekî bifikar e.

– Rewşeke berbat heye. Li vê herêma Järva komên çete bi hev dikevin û Chicago ya salên 1930 tîne bîra mirovan. Ev 25 sal in ku Stockholm ji hev de dikeve û ciyê ku herî zêde derbê dixwe herêmên feqîr in. 

Li hember vê pêşveçûnê Arne Johansson dibêje roja çarşemê li Husby ew kombûnekê li dar dixin û daxwaza wî ew e ku beşên civakê yên cuda xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin da ku pêşiya van kiryaran bigrin. Weke nimûne jî ew behsa baştirkirina dibistanan û peydakirina bêhtir xaniyan dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".