Tredelad bild. Närbilder på SD:s Hagwall, Åkesson och Sjöstedt
Anna Hagwall (SD), Jimmie Åkesson (SD) och Oscar Sjöstedt (SD). Wêne: TT/Sveriges Radios bildmontage

SD berda Hagwall

Åkesson: Hagwall navûdengê partiyê xerab kiriye.
1:23 min

Demokratên Swêdê berdane parlamentera xwe Anna Hagwall. Sebeb ew e ku wê daxuyaniyên dijî mûsewî, ango cihuyan belav kirine.

Serokê Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson di daxuyaniya xwe de dibêje:

”Ev bi salan e ku Demokratên Swêdê li hember pêlên antîsemît û teoriyên komplovarî bi zanîn têdikoşe. Anna Hagwall bi daxuyaniyên xwe zerar daye hem vê xebatê hem jî navûdengê partiyê”. 

Anna Hagwall di meha îlonê de pêşniyaznameyek radestî parlamento kiribû. Di pêşniyazê de wê îdia dikir ku ji %80 medyaya swêdî di destê cihuyan de ye û gereke alîkariya ji çapemeniyê re were birîn. Lê îdiaya ku ji %80 medya di destê mûsewiyan de ye û ew alîkariyek ewqas digrin nerast e. 

Di çapemeniyê de jî ew xwedî li gotinên xwe derketibû û şîrketa Bonnier ji xwe re kiribû hedef.

Piştî van daxuyaniyan ew ji aliyê serokê partiyê Jimmie Åkesson û serokê grûpa SD Mattias Karlsson ve hatibû rexnekirin ku ew zerarê dide partiyê. 

Hagwall berya niha ragihandiye ku eger ew ji partiyê were avêtin jî ew ê ji parlamentoyê îstifa neke.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".