Meclis
Di salên dawî de ji bo xizmeta şêwirmendiyê ji milyarek zêdetir kron hatiye serf kirin Wêne: BERTIL ERICSON

Meclîsa Stockholmê mîlyarek daye şêwirmendiyê

Meclîsa Wîlayetê: Zêdetirê milyerek xerc bûye
1:20 min

Meclîsa wîlayeta Stockholmê di van pênc salên dawî de zêdetir ji mîlyarek kron li xizmetên şêwirmendiyê (konsulttjäns) xerc kiriye.

Hemşîre Mira Nyberg ku li Karolînska ya li Huddingenê dixebite dibêje:

  • Li gorî fikrên min, kirîna ewqas şêwirmendî nîşana wê yekê ye ku siyasetvanên me yên bilind baş nizanin wê çawa birêvebiriyê bikin.

Van heftiyên dawiyê gelek baldarî çûye ser Karolînska ya ku li Solnayê vedibe. Û xerca herî mezin a kirîna şêwirmendariyê jî Karolînska kiriye. Tenê di nav vê sala dawî de Karolinska zêdetir ji 50 milyon kronî xizmet kiriye.

Profesorê hiqûqê  Joakim Nergelius ku li zanîngeha Örebroyê dixebite dibêje devê kîs hatiye vekirin û bi fizûlî pere hatine xerc kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".