Hovrätt
Dozgeriya dadgeha bilind parlamenterê SD ji ber sextekariyê mehkûm kir

Parlamenterê SD hate mehkûmkirin

Ji ber sextekariyê hate cezakirin
0:45 min

Dadgeha Sveayê parlamenterê partiya Demokratên Swêdê (Sverigesdemokraterna) Martin Kinnunen ji ber sextekariyê mehkûm kir.

Ew bi hukmê bimerc û cezeyan hate mehkûm kirin.

Dozger îddîa kir ku şîrketa ku Martin Kinnunen endamê birêveberiya wê bû, di sala 2013an de hîsabên xwe şas û kêm nîşan daye û berpirsyarê vê yekê jî Kinnunen bûye.

Li gorî dozger 900 hezar kron zêdebacê (Moms) nedane.

Lê Kinnunen ji aliyê dadgeha destpêkî ve bêsûc serbest hate berdan. Lê dadgeha bilind (Hovrätt) guhdariya du şahidan kir û e-maîla Kinnunenî kontrol kir û vana jî wekî delîl nîşan da û biryara mehkûmkirinê wî da.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".