Qanûna hember fînsekirina terorê nayê bikaranîn
Wêne: Anders Wiklund/TT

Qanûna hember fînansekirina terorê nayê bikaranîn

”Ne yek doz jî hatiye rawestandin”
1:19 min

Ta nuha polîsê darayî yek guhestina pereyan, ango hewale, ya bi girêdanên tawankariyê ve gumanjêkiriye ji dema ku qanûn di 2014 de dest pê kiriye nehatiye rawestandin.

Ev li gor lêkolîna rojnameya Dagens Nyheter.

Ew qanûna ku di 2014 de dest pê kir bi armanca berlêgirtina fînansekirin û alîkariya aborî ji bo karê bi terorê ve girêdayî ye, maf dide polîsê pirsên darayî ku guhestin û hewaleyên pereyan yê bi girêdanên karên tawankariyê gumanjêkirî ne rawestînin.

Rapora herî dawî ji polîsê pirsên fînansekirinê diyar dike ku bêhtir gilî li gumanên fînsekirinên terorîstî dibin lê polîsê pirsên fînansekirinê ne yek guhestina pereyan rawestandiye.

-Em bawer dikin ku yê van giliyan dikin rewşa zehmet ku em tê de ne fêhm dikin. Şefa polîsê fînansekirinê Angelica Wallmark, dibêje qedexeya bikaranînê alaveke giring e, lê di heman demê de rêya ji bo isbatkirina van dozan dirêj e.   

Sebeba herî mezin ji wê re ku tiştek nayê kirin piştî gilîkirinan ew e ku ji bo polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo, zehmet e bi dozê ve berdewam bin û isbatan pêşkêş bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".