Fingeravtryck
40 000 efxanî li benda îqamê ne. Wêne: Marcus Ericsson/TT
Penaberî ... پەنابەری

Mayina efxaniyan li Swêdê hêsantir dibe

Rewşa li Efxanistanê xerabtir bûye.
0:38 min

Daîreya Koçê (Migrationsverket) radigihîne ku di van du salên dawî de rewşa li Efxanistanê xerabtir bûye. Loma lênerîna efxaniyên ku li Swêdê daxwaza penaberiyê dikin wê bêhtir bi hesasî were kirin. Ev jî dikare bike ku zêdetir efxanî mafê rûniştinê bistînin.

Hin komên ku dikarin hêsantir li Swêdê bimînin jin, zarok û miletê xezerî nek u mezhebê wan şîi ye.

Li Swêdê nêzîkê 40 000 efxanî hene ku li benda mafê rûniştininê ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".