Kor
Wêne: OLA TORKELSSON / TT
Zanîngeha Çandiniyê:

"Zîreeta Swêdê wê xwe li ber krîzeke cidî negire"

Cotkarê Norrtälje: "Piştî heftiyekê ceryan namîne û kar radiweste"
2:19 min

Eger krîzeke demdirêj rûbide, wek nimûne şerek derkeve zîreet û çandiniya Swêdê wê nikaribe xwe li ser piyan bigire û gelê Swêdê dikare birçî bimîne.

 

Zanîngeha Çandiniyê ya Swêdê ku derheqê cotkarî û zîreeta de lêkolînan dike radgihîne ku eger hat û krîzeke dimdirêj derket û Swêd ji cîhanê hate îzole kirin zîreeta Swêdê wê birûxe. Wek nimûne piştî demekê şîr dikare nemîne. 

Thomas Bäck, xwediyê çiftlika Rånäs a li Norrtälje ye. 120-130 çêlekên wî hene. Li çiftlikê sîstemeke wisa hatiye danîn ku her tişt girêdayî elektrîkê ye.

Bäck dibêje:

– Ku ceryan qut bibe em ê heftiyekê xwe bi jenerator îdare bikin. Piştî heftiyekê em ê nikaribin şîr bifiroşin.

Ji destpêka salên 90î bi dawîbûna şerê sar re pilaneke amadekariyê ya Swêdê ji bo cotkariyê nîne. Lêkolîn diyar dike ku ji ber bêpilaniyê di derketina krîzekê de çandiniya Swêdê wê raweste, zad û xwarina bingehîn wê têrê neke. 

Di van salên dawî de dîsa fikarên ewlekariyê bilind bûne û par biharê hikûmetê biryar da ku amadekariyên parastina sivîl careke din dest pê bikin, lê heta niha budçeyek nehatiye veqetandin. 

Cotkarê li çiftlika Rånäs Thomas Bäck dibêje:

– Eger mala min li bajêr baya ez î bitirsim. Henek ji nav derkevin, rewş cidî ye û bi min em kêm li ser diaxivin.

Hevpeyvîna bi Thomas Bäck re hevakrê me yê Radyoya Swêdê Oskar Lodin çêkiribû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".