Zana Schiroyi, Kerstin Brunnberg och Gabriella Katz
Zana Schiroyi bi wergirtina xelatê matmayî lê kêfxweş bû. Wêne: Besir Kavak

Xelata mezin a Ekot çû ji Zana Schiroyi re

Zana Schiroyi bi çapemeniya kurdî dest bi rojnamevaniyê kiriye.
2:12 min

Berpirsê beşê biyanî li Radyoya Swêdê û hevkarê pişka kurdî yê berê Zana Schiroyi xelata mezin ya nûçeyên Radyoya Swêdê Ekot (Stora Ekopriset) a 2016ê wergirt.

Sedema dayina xelatê ji aliyê birêvebira giştî ya Radyoya Swêdê ya berê Kerstin Brunnberg ve hate xwendin.

– Di dema bûyerên mezin de, bi beşdariya xwe ya profesyonel, bi nimandina rojevê wî Ekot hildaye astên bilindtir.Xelatgirê sereke Zana Schiroyi ye.

Bi bihîstina navê xwe re xuya bû ku Zana matmayî mabû. Brunnberg ku li ser navê juriya ku ji berpirsê niha û yên berê yên Ekotê pêk tên xelat da dest Zana û diyar ku:

– Li gor motivasyonê te karek girîng û hêja kiriye.

Li ser vêya Zana jî got:
– Bi min ew rast e.

Zana Schiroyi bi çapemeniya kurdî dest bi rojnamevaniyê kiriye. Wek nimûne di nîvê salên 90î de ew pêşkêşvanê nûçeyên yekem televîzyona kurdî Med TV bû. 

Schiroyi demeke dirêj di pişka kurdî ya Radyoya Swêdê de kar kiriye û ev çend sal in li radyo ew berpirsê beşa zimanên biyanî ye. Ew ziman jî ingilîzî, erebî, farisî, somalî û kurdî ne. 

Piştî wergirtina xelatê Zana Schiroyi ku hêj şoka xwe tam ji ser xwe neavêtibû ji pişka kurdî re kêfxweşiya xwe wiha anî zimên.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".