Kurdiska Riksförbundets logga och dess ordförande Keya Izol
Keya Îzol serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) e.
Roja ala Kurdistanê

"Em naxwazin çar welat û çar alên me hebin"

Keya Îzol: Al bûye nîşana desthilatdariyê.
5:56 min

Siba roja ala Kurdistanê ye. Ji bo pîrozkirina rojê hin komeleyên kurd li Swêdê xwepêşandanan li dar dixin. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê jî vê rojê pîroz dike, lê ew di heman demê de xwepêşandanekê ji bo Kurdistaneke serbixwe li dar dixin.

Serokê Federasyonê Keya Îzol di hevpeyvîna bi Radyoya Swêdê re hem qala xwepêşandanê dike. Îzol herwiha qala pirsgirêka ala Kurdistanê dike û şîrove dike ka çima ala Kurdistanê ji aliyê hin kurdan ve tê qebûl kirin û ji aliyê hinan ve tê red kirin.

 

Ji bo Hevpeyvînê li ser lînka deng bitikînin.


 Robîn Şahîn

robin.sahin@sverigesradio.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".