Stefan Löfvén li Enköpingê.
Stefan Löfvén li Enköpingê. Wêne: Berit Roald

Löfven: Swêd dê bibe welatekî online

Kawa Onatli: Înternet bûye weke av û ceyranê.
3:05 min

Hikûmet ê îmkana bikaranîna înterneta bilez li Swêdê bi pêş ve bibe. Stefan Lövfén, serokwezîrê Swêdê vê agahiyê di axaftina xwe ya Noelê de dide ku wî roja şemiyê li Enköpingê kir.

Löfvén dibêje hejmara kesên ku dikarin înterneta bilez ya bi 100 megabîtê bi kar bînin dê di nava çar salan de bi nîvmilyonî zêde bibe.

Axaftina Löfvén a îsal li ser ferqa di navbera bajarên mezin û yên biçûk de bû û wî diyar kir ku hevwelatiyên Swêdê li kûdera welêt bijîn divê dîsa jî xizmeta ku dewlet pêşkêş dike weke hev be.

Wî got ku bipêşvebirina îmkana bidestxistina înternetê yek ji xebatan e ku ew ji bo baştirkirina xizmeta li gund û bajarên biçûk dikin. Wî diyar kir ku hikûmet pereyên zêdetir ji bo vê vediqetîne û heta sala 2020an ji sedî 95 swêdiyan dê karibin înternetê bi rehetî bi kar bînin û bi vê re Swêd dê bibe welatekî ”online”.

Kawa Onatli şêwirmendên pirsên dîjîtal û berpirsê malpera lêgerînê ya bi kurdî "e-gerîn" e. Ew dibêje ka çima îmkana gihiştina înternetê di civaka swêdî de girîng e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".