Anna Kinberg Batra, partiledare Moderaterna.
Anna Kinberg Batra, seroka Moderatan. Wêne: Maja Suslin/TT
Seroka Moderatan Anna Kinberg Batra

"Midûrê polîsan ji kar biavêjin"

"Midûrê polîsan ne minasib e."
1:09 min

Seroka Partiya Moderatan Anna Kinberg Batra di axaftina xwe ya Noelê de dibêje divê hikûmet midûrê giştî yê daîreya polîsan Dan Eliasson ji kar derxe.

Kinberg Batra dibêje divê hikûmet fêm bike ku midûrê giştî yê daîreya polîsan ji vî karî re ne minasib e. Ji bo daîreya polîsan pêdiviya Swêdê bi midûrekî giştî yê nû heye.

Hikûmetê bi xwe jî berî niha diyar kiribû ku wan demeke bisînor daye Dan Eliasson da ku ew daîreya polîsan baştir bike.

Lê şîrovekerê Radyoya Swêdê yê pirsên navxweyî Tomas Ramberg bawer nake ku piştî axaftina Anna Kinberg Batra Dan Eliasson ê ji kar were avêtin. Ewdibêje di rewşeke wiha de mesele dibe prestîja partiyan.

Bi qasî ku Partiya Moderatan siyaseta xwe ya li ser koçê û penaberan jidandiye dîsa jî piştgiriya ji bo wan kêm dibe. Kinberg Batra di axaftina xwe de li ser vê mijarê jî sekinî û got divê alîkariya bêşert were rawestandin,tenê wê demê Swêd dikare baş bixebite.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".