Pêşmergeyên Hizba Demokrat
Di du teqînên li Koyê heft kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Wêne: Kurdishstruggle, Creative Commons

Qurbaniyên Koyê li Swêdê têne bi bîr anîn

Kemal Girwîsî: Em ê merasîmekê ji bo rêzgirtina qurbaniyan li dar bixin.
2:06 min

Ji bo rêzgirtina qurbarniyên teqîna li Koyeyê komîteya HDKê ya Swêdê merasîmekê li dar dixe. Berpirsê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê yê Swêdê Kemal Girwîsî vê ji Radyoya Swêdê re dibêje.

Beriya 2 rojan li bajarê Koye li ber buroya şaxê rojhilat a Partiya Demokrat a Kurdistana Iranê (HDK) teqînekê rû da. Di encamê de 5 pêşmergeyên HDKê û du endamên polîsê asayîşê yê başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo rêzgirtina qurbaniyên teqînê nûnerên HDK li Swêdê merasîmekê li dardixin. Berpirsê komîteya Swêdê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Kemal Girwese ji bo beşê kurdî yê Radyoya Swêdê qala bûyerê û merasîma ku ew ê li dar bixin dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".