Informationsblad om praktik. Foto: Nick Näslund/Sveriges Radio
Foto: Nick Näslund/Sveriges Radio
Bazara kar

Penaxwaz êdî nikarin praktîkê bikin

"Praktîk ji yên ku mafê rûniştinê standine lazim e."
2:08 min

Ji serê salê û pê de êdî kesên ku daxwaza penaberiyê dikin dê nikaribin praktîkê bikin. Daîreya Koçê ji bo zanyarî û têkiliyên penaxwazan ên li ser bazara karî bi pêş ve bikevin cihên praktîkê eyar dikir. Lê vêga hikûmet vê ji holê dirake.

Daîreya Koçê ji bo kesên ku daxwaza penaberiyê dikirin cihekî praktîkê peyda dikir. Dema penaxwaz li benda biryara Daîreya Koçê diman wan di heman demê de li cihekî kar praktîk dikirin.

Anders Kessling li departmana bazara karî sekreterê dewletê ye. Ew dibêje cihên praktîkê êdî dê ji kesên ku mafê rûniştinê standine re werine peyda dikirin.

Dema Daîreya Koçê serîlêdanan zûtir bi encam dike hejmara kesên ku mafê rûniştinê distînin zêdetir dibe û wê demê jî ev cihên praktîkê ji bo van kesan pêwîst dibe.

Îsal zêdeyî 13 000 penaxwazên ku hê mafê rûniştinê nestandibûn li cihên praktîkê yên bêmeaş dixebitîn. Anders Kessling dibêje ev praktîk ji gelek aliyan ve baş bû, lê dîsa jî ev îmkan bi temamî ji holê dirabe.

Rexne li vê sîstemê dihate kirin û îdia ew bû ku penaxwaz weke karkerên bêmeaş têne bi kar anîn. Ev rexne jî yek ji sedemên jiholêrakirina îmkana praktîkê ye.

Anders Kessling dibêje ev jî sedemek e, lê berî hemû tiştî em dixwazin cihê praktîkê ji bo kesên ku nû mafê rûniştinê standine û lazim e bikevina nav bazara kar de peyda bikin.

Hikûmetê ev biryar bi derengî xistiye, lê li gor Kessling hertişt dê weke plankirî baş û bi rêkûpêk bimeşe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".