Hevkariya daîreyan sextekariyan diderxe holê

1:22 min

Xebatên li dijî sûcdariya organîze encam dane û Kasaya Sîgortayan, Försäkringskassan, van sê salên dawî bi milyonan kron tezmînatên ku li ser bingehên derew hatine dan derxistine holê.

Li gor tedbîrên ku li dijî sûcdarî û sextekariya organîze hatine girtin 12 daîreyên dewletî yên weke Daîreya Kar, Daîreya Koçê û Daîreya Bacê bi polîs re û bi hev re agahî û zanyariyan parve dikin da ku sûcdaran rehettir peyda bikin.

Vê hevkariyê parvekirina agahiyan encamên baş dane Kasaya Sîgortayan û wan giliyê 58 kesên ku li ser bingehên derew tezmînat standine kirine. Herwiha bi xêra sextekariyên ku derketina holê 22 milyon kronên ku dê li ser bingehên derew bihatane dan hatine sekinandin.

Midûrê yekîneyê yê Kasaya Sîgortayan Thomas Falk dibêje vê hevkariyê di peydakirina sextekariyên tezmînat û alîkariyê de îmkan û alavên nû dane me.

Bi daîreyên din re em wêneyekî tekûz ava dikin û dinêrin ka di karê peydakirina sextekariyan de çi berpirsiyarî li ser me heye.

Kasaya Sîgortayan bi giştî tezmînatên ku dê ji ber nexweşnivîsîn û nexweşiyê li ser bingehên derew bihatane dan peyda kirine.

Daîreyên din dê encamên hevkariyê di dawiya adarê pêşkêş bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista