Daîreya Koçê û Dezgeha Bijîşkiya Hiqûqî
Daîreya Koçê û Dezgeha Bijîşkiya Hiqûqî metodên nû yên diyarkirina temenê penaberan pêşkêş dikin. Wêne: Sveriges Radio

Temenê penaberan ê li gor metodên nû werine diyar kirin

Qonaxa nû ya diyarkirina temen dest pê dike.
1:23 min

Li gor metodê nû miayeneya pêşîn a diyarkirina temenê penaberan dê di nava mehekê de amade be.

Berî niha Daîreya Koçê biryar dabû ku heta Dezgeha Bijîşkiya Hiqûqî, Rättsmedicinalverket, nirxandin û metodên nû yên diyarkirina temenê penaberan pêşkêş bike ew hemû miayeneyên ji bo vê didine rawestandin.

Îro Daîreya Koçê û Dezgeha Bijîşkiya Hiqûqî bi civîneke çapemeniyê metodên nû yên diyarkirina temen pêşkêş dikin. Tê texmîn kirin ku Dezgeha Bijîşkiya Hiqûqî dê di nava mehekê de nirxandina xwe ya pêşîn a li ser temenê penaberekî/ê teslîmî Daîreya Koçê bike.

Ji bo zarokên penaber ên bitenê li cihên rast werine bi cih kirin û alîkariya rast bistînin divê mirov temenê wan zanibe. Temen herwiha tesîrê li ser biryara Daîreya Koçê jî dike. Kesên bin 18 salan re nikarin werine dersînor kirin.

Dezgeha Bijîşkiya Hiqûqî li gor metodên nû miayeneya diyarkirna temen teklîfî 1 340 kesî kiriye û 1 207 kesî ev teklîf qebûl kiriye. Tê texmîn kirin ku îsal di navbera 3000 û 14 000 de miayene dikarin lazim bin.

Li gor metodên nû rontgenên diranên aqilî û movika çokê dê ji aliyên çend doktoran ve were kontrol kirin da ku temenê penaberan were diyar kirin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".