.
Foto: Maja Suslin/TT

SVT: "Di kamyonê de bombe hebûye"

Di hundirê wê qamyona ku duh li Stockholmê ajotibû ser xelkê bombeyekê hebûye. Vê yekê rojnama Aftonbladet û Televîzyona swêdê radighînin li ser bingehê çavkanîyên xwe yên di nava teşkîlata polês de.

Di hundirê wê qamyona ku duh li Stockholmê ajotibû ser xelkê bombeyekê hebûye. Vê yekê rojnama Aftonbladet û Televîzyona swêdê radighînin li ser bingehê çavkanîyên xwe yên di nava teşkîlata polês de.

Bombe li malê hatîye çêkirin, li gorî van çavkanîyan. Zilamê ku kamyon ajotibû ser xelkê xwestîye bombe biteqîne li biserneketîye û xwe şewitandîye.

Berdevkên polîs naxwazin van agahîyan ji bo radyoya Swêdê piştrast bikin, lê polîs her weha van agahîyan înkar jî nake.

Zilamê ku şik jê tê kirin êrîşa terrorî pêk anîye 39 salî ye û ji Uzbekîstanê ye. Û ew niha bi biryara dozger girtîye – zilam duh êvarê li semta Märstayê li bakûrê Stockholmê hat girtin.

Îro polîs radighîne ku wan çend kesên din jî ji bo îfade bidin girtine.

Relaterat

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".