Lagbok ovanpå skylt med texten "Åklagare".
Wêne: Anders Wiklund/TT
Êrîşa Stockholmê

Kesê duyem ê gumanjêkirî nayê girtin

Gumanên li ser wî zeîf bûne.
0:38 min

Dozger biryarê dide ku kesê duyem ku ji ber têkiliya bi êrîşa Stockholmê re hatibû binçav kirin dê were berdan.

Zilam roja yekşemê hatibû girtin, lê vêga dozger radigihîne ku gumanên li ser wî zeîf bûne û hewce nake ew were girtin.

Lê ji ber ku ev zilam li Swêdê bi qaçaxî dima, ew ê neyê azad kirin. Li şûna vê ew ê li avahiya Daîreya Koçê ya ji bo kesên qaçax ku divê werine dersînor kirin were bi cih kirin.

Vî zilamî berî niha ji bo îqameyê serî li Daîreya Koçê daye, lê daxwaza wî hatiye red kirin. Loma ew azad nayê berda.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".