Bi tirkî erê û na.
Bi tirkî erê û na. Wêne: TT
Referandûma Tirkiyeyê

10 000 kesî ji bo referandûmê deng dan

37 000 kesên qeydkirî hene.
1:46 min

Di referandûma guhertina makezagona Tirkiyeyê de li Swêdê 10 000 kesî deng da.

Roja şemî û yekşemê, 8 û 9ê nîsanê, li avahiya fûarê ya Kistayê li Stockholmê dengdana referandûma Tirkî hate li dar xistin. 

37 000 hevwelatiyên Tirkiyeyê yên li Swêdê dikarin deng bidin. Lê li gor hejmaran tê dîtin ku nîvê van jî deng nedane. Hejmara kesên ku van herdu rojan ji bo deng bidin xwe gihandine Kistayê 10 052 ye.

Di referendûmê de hevwelatiyên Tirkiyeyê dikarin ji bo guhertina makezagonê bêjin erê yan jî na. Ku dawiya heftiyê di encama referandûmê de dengên ”erê” bi ser bikevin makezagon ê were guhertin û li şûna sîstema parlamenter sîstema serokiyeke bihêz ê li Tirkiyeyê were ava kirin.

Bi vê re hilbijartin ku di hale hazir de 4 salan carekê ne dê her 5 salan carekê werine çê kirin û serok dê karibe 15 salan li ser hukim bimîne. Ev ê jî bike ku Erdogan ku sala 2014an bû serokê Tirkiyeyê dê karibe heta sala 2029an li ser hukim bimîne.

Di hilbijartinên giştî yên sala 2015an de dîsa hevwelatiyên Tirkiyeyê yên li Swêdê dikarîbûn deng bidin û hingî nêzîkî 13 000 kesî deng dabû.

Sefîrê Tirkiyeyê yê li Stockholmê Kaya Türkmen ji ajansa nûçeyan TT re dibêje dengdan sakîn û bê tevlîhevî derbas bûye.

Li Tirkiyeyê dengdan dawiya vê heftiyê tê çê kirin û dengên Swêdê jî dê hingî werine hejmartin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".