Överviktig man. Foto: TT

Nîvê swêdiyan qelew in

"Em hema dirûnin û ti kaloriyan naşewitînin."
1:43 min

Nîvê nifûsa Swêdê qelew e. Ev di raporeke nû de tê dîtin ku ji aliyê Daîreya tenduristiya gel, Folkhälsomyndigheten ve hatiye çê kirin.

Di raporê de tê dîtin ku tenduristî li gor perwerdehiyê jî tê guhertin. Li gor raporê ji aliyê tenduristiyê ve ferqeke mezin di navbera kesên bi perwedehiya bilind û yên bi perwerdehiya kêm de heye. Perwerdehî tesîrê li tenduristiya psîkolojîk jî dike.

Rapor nîşan dide ku ji sedî 51ê gel ê di navbera 16 û 84 salan de dagirtî yan jî qelew in.

Mai-Lis Hellénius li Enstîtuya Karolinskayê profesora şêweyê jiyanê ye. li gor wê şêweyê jiyana swêdiyan û xwarina ku ew dixwin tê guhertin û ev tesîrê li qelewî û tenduristiya wan dike.

Mai-Lis Hellénius dibêje bawer dikim me di jiyana rojane de ti caran weke vêga kêm hereket nekiriye. Em piraniya caran dirûnin û kaloriyan naşewitînin. Ew diyar dike ku herwiha li gor raporeke din a li ser jiyana welatên bakûr xwarina me jî ji hin aliyan ve xerab bûye.

Em gelek goşt dixwin û hindik fêkî û şînayiyê dixwin. Herwiha stresa ku di jiyana rojane de zêde dibe tesîrê li mirov dike.

Ji aliyê qelewî û tenduristiyê ve li gor welatên din rewşa Swêdê hê jî baş e. Lê tê dîtin ku perwerdehî tesîrê li temen jî dike û kesên bi perwerdehiya bilind zêdetir dijîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".