Anna Kinberg Batra
Anna Kinberg Batra, seroka Partiya Moderatan. Wêne: Henrik Montgomery/TT

Moderat dixwazin bacê kêmtir bikin

"Divê mirov ji sosyalê herine şixul."
3:01 min

Partiya Moderatan di budceya xwe de ji bo sala pêşiya me kêmkirina bacê ya bi 22 milyar kronî pêşkêş dike.

Ku ev bi cih bihata ev ê ji sala 2006an ve kêmkirina herî mezin a bacê bûya. Hingî ji bo kesên ku kar dikin bac hatibû kêm kirin.

Partiya Moderatan îro budceya xwe ya biharê pêşkêş dike. Ev pêşniyaza budceyê li hember ya hikûmetê weke alternatîvek e. Hikûmetê bi xwe budceya biharê 18 nîsanê pêşkêş kiribû.

Moderat di budceyê de ji bo kar û ewlehiyê 37 milyar kronî pêşkêş dikin û li gor wan ji bo ev bi cih were çavkaniyên aborî hene.

Ulf Kristerson ku berdevkê aboriyê yê partiyê ye diyar dike ku bi pêşniyaza wan a li ser kêmkirina bacê mamosteyek dê karibe mehê 500 kronî zêdetir bistîne. Ew qala kêmkirina bacê ya ji bo kesên ku kar dikin ku sala 2006an wan bi cih anî dike û dibêje ev ê ji hingî ve kêmkirina herî mezin be.

Partî dixwaze ji bo alîkariya sosyalê jî sînorekî deyne. Di heman demê de kesên ku dişixulin dê ji kêmkirina bacê feydeyê bibînin. Lê herwiha ji bo kesên teqewîd jî kêmkirina bacê tê pêşniyaz kirin.

Li gor hedefa ku partî dideyne jî heta sala 2025an rêjeya bêkariyê ya di navbera kesên li Swêdê û yên li derveyî Swêdê çê bûne de dê bi nîvî kêm bibe.

Ew dixwazin dema mirov dikare meaş ji kasaya bêkariyê bistîne jî kêm bikin. Di halê hazir de dema mirov bê kar dimîne û li kasaya bêkariyê qeydkirî be mirov dikare heta 13,5 mehan pereyan bistîne, lê partî dixwaze vê daxe 12 mehan.

Di halê hazir de ku mirov nîşan bide ku mirov bi awayekî çalak li kar digere alîkariye pereyî tê dan. Li gor pêşniyaza Moderatan di rewşên bêkariyê yên ji 3 salan dirêjtir de ev desteka çalakiyan a pereyî ku mirov distîne dê were qut kirin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".