Tornbjörn Törnqvist.
Tornbjörn Törnqvist. Wêne: Joakim Goksör/TT

Xwediyê Gunvor dev ji konsolosiya fexrî ya Swêdê li Cenevrayê berdide

Wezareta karên derve radigihîne.
0:51 min

Xwediyê şirketa Gunvor International Torbjörn Törnqvist piştî nûçeyên bazirganiya nefta qaçax a ji Belarûsê dev ji wezîfeya konsolosiya fexrî ya Swêdê li Cenevrayê berdide.

Piştî nûçeyên Radyoya Swêdê yên li ser bazirganiya nefta qaçax a ji Belarûsê Torbjörn Törnqvist ku di heman demê de konsolosê fexrî yê Swêdê li Cenevrayê bû dev ji vê wezîfeya şerefê berdide.

Torbjörn Törnqvist midûrê giştî û xwediyê bi pişka herî mezin a şirketa neftê Gunvor International e. Radyoya Swêdê vê heftiyê derxiste holê ku vê şirketê nefta qaçax ji Belarûsê dikirî û difirote welatên din ên Ewropayê. Şirket yek ji şirketên herî mezin ên bazirganiya neftê ye û tê texmîn kirin ku sedema mezinbûna şirketê ya bilez bazarên neqanûnî ne.

Wezareta karên derve ya Swêdê di peyamekê de dinivîse ku piştî nûçeyan wan telefonî Törnqvist kiriye û wî ji wezaretê re gotiye ku ew dixwaze dev ji konsolosiya fexrî berde.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".