Grekland Islamiska staten
Herdu zilam jî ji derdora Göteborg çûne. Wêne: TT

15 sal ceza dane daişiyên ji Swêdê

Di çenteyê wan de kêr û kincên eskerî hebûn.
1:02 min

Ji destpêka 2016ê ve du zilamên ji derdora Göteborg li Yûnanîstan dihatine tewqîf kirin. Îro dadgehê biryara xwe eşkere kir. Ji ber endamtiya rêxistina terorî li her yekî ji wan 15 sal cezayê zindanê hate birîn.

2016ê heyva yekê herdu zilamên 28 û 19 salî di otobusekê de li tixûbê navbera Yûnanîstan û Tirkî hatine girtin. Di çenteyê wan de pereyên dewletên cuda, kincên eskerî û kêr hebûn. Polîsê Yûnanîstan kete wê şikê de ku berê van kesan li Sûriyê ye da ku tevlî Daişê bibin.

Yek ji van zilaman hemwelatiyê Swêdê ye, yê din jî li vir mafê wî yê rûniştinê heye. Kesê 28 salî berya niha ji ber ku li Bosna û Swêd sûcên terorî kirine li Swêdê ceza xwariye. 

Parêzere van her du kesan Athanasia Karagkiozaki dibêje tu delîlên ku miwekilên wê sûc kiribin nînin, ev biryareke siyasî ye û wê îtiraz bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".