Doza êrîşa Stockholmê bi paş ve tê dan

1:17 min

Destpêkirina doza êrîşa terorê ya Stockholmê dîsa bi baş ve tê dan, lê dozger nikare bêje ka ev ê kengî dest pê bike.

Dozger Hans-Jörgen Hanström dibêje lêkolîn hê berdewam dike. Ew dibêje heta niha 1 700 îfade hatine girtin û hê yên mayî hene.

Ji bilî îfadegirtinan herwiha lêkolînên teknîkî û analîzên polîs jî berdewam dikin. Polîs zêdeyî 100 fîlmên kamerayên kolanan bi agahiyên ji îfadeyan hatine girtin re dide ber hev.

Rakhmat Akilovê 39 salî bi sînorkirinên berfireh girtî ye. Berî niha parêzerên wî sivikkirin ji bo wî xwestibûn da ku qet nebe ew karibe çapemenî û weşanan bişopîne, lê li gor dozger sivikkirinek di rojeva wan de nîne.

Di halê hazir de divê doz 31 meha 8an were vekirin, lê texmîn ew e ku ev ê bi paş de were dan. Lê dozger Hans-Jörgen Hanström naxwaze diyar bike ka li gor texmîna wî doz ê kengî vebe.

Di encame êrîşa Akilov a bi kamyonekê de li navenda Stockholmê li ser rêya Drottninggatanê 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Gumana sûca terorê li ser wî heye.