Gustav Fridolin, språkrör Miljöpartiet, utbildningsminsiter
Gustav Fridolin, berdevkê Partiya Jîngehê û wezîrê perwerdehiyê. Wêne: Erik Simander/TT

Partiya Jîngehê li ser Daîreya Veguhastinê diaxive

"Berî serokwezîr haya me jê nebû"
1:02 min

Berdevkê Partiya Jîngehê Gustav Fridolin ji bo cara pêşîn li ser skandala Daîreya Veguhastinê diaxive.

Partiya Jîngehê bi Partiya Sosyaldemokratan re yek ji du partiyên hikûmetê ye. Partiyê heta niha ti daxuyaniyên berbiçav li ser skandala Daîreya Veguhastinê û krîza hikûmetê nedabûn.

Vêga berdevkê partiyê û wezîrê perwerdehiyê Gustav Fridolin dibêje heta serokwezîr ji rewşê agahdar nebû haya me jî jê nebû.

Gustav Fridolin dibêje cara pêşîn dema meha yekem rêvebera giştî ya Daîreya Veguhastinê Maria Ågren ji kar hate avêtin haya me pê ket.

Li gor Fridolin ji ber ku têkiliya wezîrên ji partiyê bi bûyerê re nebû wan pêwîst nedît daxuyaniyan li ser vê bidin. Di heman demê de ev a ku wezîran serokwezîr ji rewşê agahdar nekiriye cidî dibîne û dibêje ev yek ji pirsên girîng  e ku dê were lêkolîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".