orsa djurpark
Wêne: Ulf Palm/TT

Hirçê karkerê baxçeyê heywanan kuşt

"Di dema çalakiyekê de qewimiye”
1:34 min

Karkerê baxçeyê heywanan ê 18 salî ji aliyê hirçekê ve hate kuştin.

Sven Brunnberg ku şefê vî baxçeyî ye dibêje bûyer di dema çalakiyekê de qewimî.

Sven Brunberg dibêje çalakiyeke me heye ku zarok dikarin cihê hirçan paqij bikin û xwarinê lê belav bikin.

Di dema paqijkirinê de hirç ji cih têne derandin. Peyre dema ziyaretvan cihê wan paqij dikin û xwarinê belav dikin derdikevin û hingî hirç di cihê xwe yê çîtkirî de azad têne berdan da ku werin li xwarinê bigerin û bixwin.

Sven Brunberg dibêje malbatekê îro ji bo vê çalakiyê wext veqetandibû. Malbat  jî di hundir de bû, lê ew jê derketine.

Dema hirçê êrîş kiriye tenê karkerê 19 salî tê de bûye. Nayê zanîn ka hirçê çawa kariye derkeve û êrîş bike.

Di civîna çapemeniyê ya piştî bûyerê de polîs radigihîne ku pêşlêkolînek li ser sûcê li cihê kar û mirina ji ber sersariyê hatiye dest pê kirin.

Êrîşên heywanan li xwezaya Swêdê têne dîtin, lê yên li baxçeyên heywanan kêmdîtî ne.

Ji bilî vê bûyerê sala 2012an li baxçeyê heywanan Kolmårdenê gurekî êrîşî karkerekî kiribû û ew kuşt. 4 salan piştî bûyerê şefê Kolmårdenê bi mirina ji ber sersariyê sûcdar hate dîtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".