Arbogafallet
Ji gulanê ve mehkeme berdewam e. Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Dozger daxwaza cezayê muebedê dike

Dozger cezayê muebedê dixwaze
0:37 min

Ji ber kuştina li Arboga dozger dixwaze cezayê muebedê li herdu gumanbarên têne mehkeme kirin were birîn.

Par meha tebaxê li xaniyekî havînî yê li Arboga zilamek hatibû kuştin û hewldana kuştina jina wî jî hatibû kirin. Ji ber vê dozê ji gulanê ve jineke 42 salî û dostê wê yê berê têne mehkeme kirin. Ji bo van herdu kesan dozger îro ragihand ku ew daxwaza cezayê muebedê dike.

Kesê hatî kuştin bavê jina 42 salî ye.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".