.
Johan Gustafsson gava di destê Al-Qaide de girtî û îro. Wêne: TT
Johan Gustafsson

"Min xwe xiste qilifê misilmanan de"

Dîdara rojnamegerî ya Johan Gustafssonî
1:41 min

Johan Gustafsson ku li Mali nêzîkê şeş salan di destê Al-Qaide de êsîr mabû, bo cara yekem behsa serpêhatiya xwe dike.

Johan Gustafsson di 25ê mijdara 2011ê de ji aliyê Al-Qaida ve hate revandin û pênc sal û heft mehan  li Malî di destê Al-Qaida de ma. Di raporeke belgeyî ya Radyoya Swêdê de ew behs dike bê çawa hewl daye xwe rizgar bike.

Johan Gustafsson behsê rewaşa xwe ya girtinê li ser destên al-Qaida li Malî, ji roja destpêkê dike. Wî di destpêkê de got eger wî zanîbûya ku ew der cihên xeter in ew dê neçûbûya wê derê.

Wî behsê wê kir ka çawa rojekê kesekî li deriyê odeya wî li hotêlê xist, wextê wî derî vekir, çekdarek di deriyî de bû û lûliya kalaşînkofa xwe xist nav çavên wî û ew girt û revand.

Gustafsson di wê axiftina xwe de behsê wê dike ku ew di gelek rewşên dijwar, di havîn û zivistanan de li wan deştan derbas dibe. Ew carekê hewla revê dide, lê ew çekdar wî digirin ve. Ew tirsiya ew wî bikujin, lê wan bes tiştên wî jê standin û gotinê ku ew careke din hewleke weha bike ew dê wî bikujin.

Ji bo xweragirtinê di jiyanê de û xwexilaskirinê ew xwe neçar dibîne ku xwe wek misilman bi wan bide nasandin, bêyî ku bi rastî baweriya wî hatibe guhertin.

Li ser pirsiyarekê bê ka çima wan ew weha ji nişkan ve berda, wî got ku ew nizane û bi henek ve dibêje ku dibe êdî wan taqeta dîtina wî nemabû.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".