Dozger dev ji cezaya muebed berdide

0:44 min

Dozger dev ji daxwaza xwe ya cezayaya muebed bo kesê bi tuhmeta kuştina li Arbogayê girtiye ber dide.

Egera wê jî ew e ku zanyariyê nû hatine berdest û diyar dikin ku kesê tuhmetbar di demê wê tawanê de bîst salî bû. Kesên di bin 21-saliyê de jî, di demê tawanê de, nakevin ber cezaya muebedê.

Parêzerê berevaniyê Lars Jähresten ji Ekotê re diyar dike ku dozgerê, berê jî daxwaza 18 salên zîndankirinê bo tuhmetbarî kiribû û dikare her dîsan daxwaza eynî cezayê jê re bike.

Keça 42-salî û dostê wê li ser kuştina babê keçê li Arboga di tebaxa 2016ê de hatine girtin.