.
Wêne: Roald, Berit
Ann-Charlotte Robb, midîr:

"Bazar ya mamosteyan e"

Kêmbûna mamosteyan berdewam e
2:35 min

Bi hatina payîzê û destpêkirina xwendingehan re kêmbûna mamosteyan berdewam dike. Daîreya karî diyar dike ku di meha heft de 7000 ciyên vala ji bo karê mamostetiyê hebûn.

Gelek xwendingehan sala xwe ya xwendinê bê hebûna hemû mamosteyên jê re pêwîst dest pê kir. Havîna par pêwîstiya bi 7500 mamosteyan li daîreya karî hatibû qeyd kirin û di meha heft ya îsal de ew hejmar dakeftibû 7200.

Kêmiya mamosteyan ji wîlayetekê bo yeke din feriq dike, ji bo nimûne li Västra Götaland pêwîstiya bi maomsteyan %17 zêde bûye.

Li gor Ann-Charlotte Robb, midîra xwendingeha Grevegårdskolan li Göteborg rewş guhoriye û bazar niha yê mamosteyan e, ew dibêje:

- Pirî caran kesê ku li karê mamostetiyê geriyaye, roja berî çavpêketina damezrandinê telefon kiriye û gotiye ku li ciyekî din kar ji xwe re peyda kiriye.

Yek ji kesên ku li karê mamostetiyê geriyabû û biharê peyda kiriye Emma Antti ji Göteborgî ye. Ew mamosteya matematîk û fîzîkê ye ku mamosteyên herdu babetan pir kêm in. Ew dibêje ku ew gelek riko bû. Wê xwest karekê tam heşt seetî û nêzî mala xwe bi dest xwe bixe û ew karî tam li gor dilê xwe hilbijêre.

Li gor encûmena zanîngeh û xwendingehên bilind %3 bêtir ji sala par xwendinkar ji bo xwendina mamostetiyê bo payîza 2017ê hatine wergirtin. Lê hewesa xwendina ji bo mamsotetiyê sar bûye, hejmara kesên daxwaza xwendina mamostetiyê kiribûn bi 2000 kesan ji sala par kêmtir bû.

Maria Rönn ku cîgira serokê federasyona mamosteyan e ji siberojê bitirs e û bi dîtina wê di vê pirsgirêkê de pêdivî bi lihevhatineke siyasî heye, ew dibêje:

-Divê siyasetmedar dev ji şerê xwe yê li ser xwendingehan berbidin û li şûna wê ew pev re çareseriyên demdirêj peyda bikin ji bo ku aramî li xwendingehan çê bibe. Ji bo ku xwendingeh wek ciyekê bi pirsgirêk nehên ditin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".