Ronahi Kavak, xwendevan. Wêne: Privat.
Ronahi Kavak, xwendevan.

"Barê mamosteyan giran e"

"Rewş bandor li hilbijartina min nekiriye"
3:00 min

Li gor hejmarên nû ji daîreya karî, Arbetsförmedlingen, pêwîstiya bazara karî bi mamosteyan heye. Barê mamosteyan giran e û ji ber wê gelek naxwazin vî karî bikin, li gor xwendevana perwerdeya mamostetiyê Ronahi Kavak ya 23 salî.

Ronahi ya nuha mamostetiyê li unîversîteya Stockholmê dixwîne û ji nuha ve carna wekî mamoste kar dike bawer dike ku miaşên kêm yên mamosteyan û barê wan yê giran sebebên sereke ne ji kêmbûna mamosteyan re. Lê ev yeka tesîr li hilbijartina wê nekiriye, ew her dixwaze bibe mamoste.

Ya herî giring ji wê re dema ciyê kar hilbijêre, dibistan bi xwe ye. Ew beriya her tiştî dixwaze bi wan zarokan re kar bike yên zehmetiyê di dibistanê de dibînin lê bêgûman pirsa miaş jî xwedî bandoreke mezin e. Divê miaş li gor ked û barê mamoste bin, li gor Ronahi Kavak, xwendevana perwerdeya mamostetiyê.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".