.
Wêne: YVONNE ÅSELL / SvD / TT

Pirbûna nûhatiyan barê daîreya karî giran dike

Qydkirina li daîreya karî zêde bûye
1:27 min

Li gor nûçeyeke ku Dagens Nyheterê weşandiye çi carê ew qas nûhatiyan xwe li programa bicîkirinê li bazara karî ya Daîreya Karî qeyd nekiriye.

Di meha heft ya îsal de 76671 kes di wê programê de beşdar bûn. Her eynî mehê ji sala par li dor 59000 kes di wê programa peydakirina karî de beşdar bûbûn.

Roy Mechert berpirsiyarê integrasiyon û bicîkirina li bazara karî diyar dike ku rast e niha gelek kes xwe qeyd dikin û her zêde dibin, lê li gor wî dê ev hejmar li payîzê dest bi kêmbûnê bike.

Daîreya Karî berê agahdarî daye ku ji bo bicîkirina nûhatiyan di bazara karî de pereyên wê têrê nakin û tîma ku bi wî karî ve jî mijûl dibe kêm e.

Ji bo her beşdarekî di sala 2016ê de 26000 kron hatibûn veqetandin, lê ne diyar e bê ka bi zêdebûna hejmara nûhatiyên qeyd kirî re dê ji bo her beşdarekî îsal çend bê terxan kirin.

Li gor Daîreya Karî pêwîstiya wê bi îmkanên zêdetir heye ji bo ku karê xwe baş bi encam bigehîne û daxwaza 600 milyon kronan bo sala bihê dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".