.
Wêne: Johan Nilsson/TT

Danmark li jina wendabûyî digere

Jina wendabûyî nehat dîtin
1:55 min

Lêgerîna li dû jina swêdî ya ku roja pêncşemê di bûyera noqavekê de wendabûye li Danmarkê dewam dike. Saziyên danmarkî daxwazê destûrê ji Swêdê kiriye ji bo ku ew ji esmanê wê li dû jina wendabûyî bigerhin.

Christer Ekeroth rêberê tîma xilaskirinê li navenda xilaskirinê ya deryaçe û balefiran dibêje rast e ku Danmarkê ji wan xwestiye ku em rê bidin bo ku ew ji esmanê me li hindav avê li dû jina wendabûyî bigerin. Li gor wî ev ne tştekê ne li cî ye û Norwêjê jî ev li esmanê Swêdê kiriye. Danmark li benda bersiva wezarata bergirî ya Swêdê ye.

Polîsê danmarkî îro karî here nav noqava binavbûyî, lê wan laşe jina wendabûyî di nav de nedît. Her ji ber wê jî polîsê Kopenhagenê dixwaze lêgerînê li ava derdorên ciyê bûyerê bike.

Polîsî di konferanseke rojnamevanî de got ku dibe şofêrê noqavê bi xwe ew binav kiribe. Şofêrî jî ew tuhmet roja înî red kir û got ku problemeke teknîkî bûye egera ku noqav weha zû binav bibe.

Rojnamevana jin ya swêdê ji bo çêkirina reportajekê di noqavê de bû û bo cara dawiyê êvara roja pêncşemê di noqavê de hatiye dîtin. Gumana ku ew bûye sedema kuştina kesekî din ketiye ser şofêrê noqavê û ew jî wê tuhmetê red dike.

Li gor polîsî şofêrî piştî ku hatiye girtin serhatiya xwe guhortiye, wî pêşiyê gotibû ku ew jin êvara înî li Kopenhagenê ji noqavê daketibû û paşî tiştek din gotiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".