.
Wêne: Tomas Oneborg / SvD / TT

Ji bo sûrî û somaliyên nûhatî şofêriya taksiyê zehmet e

Şofêrî ji bo nûhatiyan zehmet e
3:05 min

Tevî ku şîrketên taksiyan gelek pêwîstî bi şofêran heye, lê riya wî karî li ber nûhatiyan girtiye. Sebeb jî ew e ku belgeyên wan li vir nahên qebûl kirin.

Ji bo gelek biyaniyên ku tên Swêdê karê herî ku mirov dikare zû bidest xwe bixe şofêriya taksiyê ye. Jeylani Muse Nuh berî çar salan ji Somalya hat Swêdê û tevî ku ew di perwerdeya şofêriyê de serkeft jî, ew nikaribû bibe xwediyê nasnameya taksiyê. Jeylanî Muse yê ku niha li Stockholmê dimîne dibêje:

– Ev mirovî pir têşîne, ku piştî kedeke mezin û serifkirina gelek pereyan, mirov ji ber tiştekê ku nikare tesîre lê bike nagihîje wê ya ew dixwaze.

Yek ji mercên wergirtina nasnameya taksiyê hebûna belgeyekê ye ji qeyda tawanan ya pênc salên derbasbûyî. Eger mirov kêmtir ji pênc salan li Swêdê be, divê ew li gor birêvebriya transportê belgeyeke ji wî rengî ji wî welatê jê hatî pêşkêş bike. Lê ku ew belge ji Sûrye yan ji Somalya be, bawerî pê nayê kirin. Her ji ber vê jî ew sûrî û somalî yên ku kêmtir ji pênc salan li vir in nikarin karê şofêriya taksiyan bikin.

Li gor Markus Edsbagge ji birêveberiya transportê:

- Qanûn ne ji bo mafê kesekî ji bo wergirtina nasnameya taksiyê tê çê kirin lê ew ji bo mafên wan e yên ku li taksiyê siyar dibin. Em dixwazin ku ew branşeke ewle be. Ku ji bo wî yê li taksiyê siyar dibe ewle be.

Gelek şîrketên taksiyan yên ku me peywendî pê kirine ne li dijî vî serûberê heyî ne. Lê Frederick Scholander ku berpirsiyarê bazarê ye li Sverige Taxi van qanûnan bi dijwar dibîne û bi taybetê di demekê de ku pêwîstiya bi şofêrên taksiyan mezin e. Li gor wî dê şîrketa wî bikare her niha 400 heta 500 şofêran bigre kar. Ew dibêje:

- Ev xelk ji wê rewşa li welatên wan heyî neberpirsiyar e. Ku mirov çar salan li Swêdê be û her tiştê wî durist be û nabe taksiyê bajo? Û em qala branşekê dikin ku pêwîstiya wê bi hejmareke bê hed ya şofêran heye.

Jeylani Muse Nuh qet bi vê biryarê nehatibû agahdar kirin demê wî xwe ji bo şofêriyê perwerde dikir. Niha ew neçare wan hemî testan dîsan saleke din û bi qîmeteke buhatir bike.

Li gor wî diviyabûya wan berî ku ew ji bo perwerdeya şofêriyê wergitibana, ew bi wê agahdar kiribana ku mafê wan yê wergirtina nasnameya teksiyê nîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".