Hevbendî pêşniyaza karî ji bo nûhatiyan dike

1:15 min

Partiyên hevbendiya mixalefetê reformeke hevbeş ji bo bazara karî bi navê riya karî (Inträdesjobb) pêşkêş kir. Li gor hevbendiyê dê di demek kurt de û bi riya vê reformê 25 000 – 40 000 kar bêne peyda kirin.

Ev reform îro û bi amadebûna nûnerên her çar partiyên hevbendiyê hat ragihandin. Li gor Anna Kinberg Batra seroka Moderatan problema herî mezin ya Swêdê ew ferq e ya di navbera xwedîkar û bêkaran de ye.

Ev Reform ji bo nûhatiyan û wan ciwanan e yên bê dîplom in. Mebest ew e ku ew herî zêde bo demê sê salan bên damezrandin û di wî demî de ew %70 kar bikin û %30 xwe di warê karî de perwerde bikin.

Buhayê vê reforma riya karî bo her salekê dê 1,8 milyard kron bin û xwediyê karî dê baca karî nede. Miaş jî dê heta %70 ji miaşên durist yên wê branşê bin.

Hevbendî diyar dike ku mebets ji vê reformê ne kêmkirina miaşan e, lê vekirina riyê ye li ber derfetên nû yên karî.