Hanif Mohammedi vallar getter.
Hanif Muhammedi şivanê bizinan. Wêne: Shakila Edizada/SR

Hanif û Hussain li Swêdê şivantiyê dikin

Bi şivantiyê hînî zimanî dibin
1:53 min

Berî salekê kesekê taybet revdeke bizinan kirî ji bo ku wan hem bi rengekî ekolojîk xwedî bike û hem jî ciwanên bi tenê hatine Swêdê pê eleqedar bike.

Hanif Mohammedî hefteyê çend caran ji bo çêrandina bizinan dihê baxçeyî. Ji bo wî ew karekî pir hêsan e ji ber ku wî li welatê xwe Efxanistanê gelek salan şivantî kiriye.

Wî û hevalê wî yê efxanî Hussain Ganji çi carê bawer nedikir ku ew dê bikarin li vê Swêda ji aliyê teknolojiyê ve weha pêşkeftî bizinan biçêrînin. Lê weha bû û ew niha li herêma Lidingö ya girêdayî Stockholmê bi 19 bizinan re li çêrê ne.

Li gor Hanifî û Hussainî ew bi riya vî karî pirtir xelkî nas dikin û pir bi swêdî dipeyivin û ev ji wan re ji bo hînbûna zimanî pir alîkar e.

Bi dîtina Malin Bakken, ya ku wê komeleya ku ev projeyê xwedîkirina bizinan çêkiriye birêve dibe, ew jî di warê vî karî de pir ji Hanifî û Hussainî hîn bûne. Xelkê Lidingö jî bi vî karê wan dilxweş in û ew dixwazin wan hînî ziman û kultura swêdî bikin.

Malin Bakken bi wê bawerê ye ku mirov dikare vê projeyê li cihine din jî li Swêdê bikar bîne. Ji ber ku li Swêdê gelek heywan û çêr û mêrgên baş hene bo ku mirov çavê xwe bideyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".