Lihevhatin derbarê pereyên zêde ji bo warê bergiriyê
Wêne: Pontus Lundahl/TT
Lihevhatina derbarê warê bergiriyê:

Warê bergiriyê wê 8,1 milyar kron di sê salên bê de werbigire

Peter Hultqvist: ”Ev ji bo siyaseta bergiriyê pêwîst e”
1:40 min

Hikûmet, Partiya Moderatan û Partiya Navendê li hev hatine ku 8,1 miliyar kronên zêde bidin warê bergiriyê di sê salên bê de.

Bi mebesta bihêzkirina warê bergiriyê wê ji wan 6,8 miliyar ji bo bergiriya leşkerî be û 1,3 ji bo bergiriya medenî, ango ya sîvîl be.

Di civîna çapemenî ya ku îro beriya nîvro li dar ket wezîrê bergiriyê yê Swêdê Peter Hultqvist got ku berdewamî di siyaseta bergiriyê û ewleyiyê de pêwîst e.

Ev lihevhatin li gor daxwazên warê bergiriyê ye, li gor Hans Wallmark ji Partiya Moderatan. Ew derbarê beşdariya Moderatan di vê lihevhatinê de dibêje wekî din wê pereyên kêmtir giheştibana warê bergiriyê:

-Ev lihevhatin tê wê wateyê ku warê bergiriyê ya swêdî pereyên bêhtir werdigire û bi wê re jî imkan û şiyanê wan bihêztir dibe.

Di nava heftiyê de Partiya Demokratên xirisiyanî dest ji guftûgoyên peymanê berdan ji ber li gor wan pêşniyaza hikûmetê kêm bû.

Ev pereyên zêde wê ji bo bihêzkirina şiyana leşkerî be, hêza deriyayî, kirina wesîteyên erdên daristanî û ji bo zêdekirina ciyên perewerdeya bingehîn û perwerdeya fermandaran e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".