Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Lêkolîner Magnus Ranstorp:

Bêdiqetiya derbarê pasportan kêmasiyeke ewleyiyê ye

Hat weşandin onsdag 16 augusti 2017 kl 14.58
Ranstorp:"Divê polîs li rotînên xwe binere"
1:17 min
Pasportên demî yên swêdî.
Wêne: Janerik Henriksson / TT

Tawankarên gumanjêkirî baş nayên kontrolkirin beriya ku pasportên demî werdigirin.

Xemsarî û bêdiqetiya derbarê pasportên demî li balefirgeha Landvetter kêmasî û xetereke ewleyiyê ya cidî ye li gor lêkolîner Magnus Ranstorp li zanîngeha bergiriyê.

Li gor Magnus Ranstorp hem kesên krîmînel û terorîst istîfadê ji imkanên di vê sîstemê de hene dikin. Ranstorp dibêje divê polîs li rotînên xwe di beş û yekîneyên xwe yên pasportan amade dikin baş binere.

Pasportên swêdî ji pasportên herî ewle ne di cîhanê de û di gelekî daxwazkirî ne. Bi pasporteke din mirov kare anonîm, ango navnenas sefer bike û ji qedexeya seferê bifilite.

Li gor Magnus Ranstorp, pasportên wendabûyî di nav grûpên tawankar yên organîsekirî de, qaçaxiya mirovan û hem jî di seferên terorîstên berê xwe didine şerî de peyda bûne.

Ji bo kêmkirina tawanên girêdayî bi pasportên swêdî ve hikûmet par qanûneke nû ji bo pasportan danî. Lê her dîsan jî di 2016 hejmareke mezin ya pasportên swêdî wekî wendabûyî li ba polîs hatine qeydkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".