Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Tredelad bild: nationellt id-kort, pass, körkort
Wêne: Rikspolisstyrelsen, Christine Olsson/TT.

Lêhûrnerîneke nû wê saxtekariya belgeyên nasnameyan rawestîne

Morgan Johansson: "Çend ji belgeyan bi hêsanî têne saxtekirin”
2:25 min

Hikûmet îro lêhûrnerînekê datîne ji bo rêlibergirtina saxtekariya belgeyên nasnameyên swêdî. Wezîrê dadê Morgan Johansson beriya 2020 qanûneke nû dixwaze.

-Me bala xwe dayê ku pirsa saxtekariya belgeyên nasnameyên her bi mebesta pêkanîna tawanên mezin yên hîlekariyê ne. Wekî nimûne ji bo wergirtina yarmetiyên cuda yên aborî ne û pereyên ne ji heqê wî kesî ne.

Ev yek ji çareyan e da ku rê li ber tawanên hember sîstema refahê bêne girtin.

Di gelekê salan de hejmara saxtakariyên dibin her zêde dibeû polîs bi guman e ku hejmareke mezin ya belgeyên nasnameyan yên saxtekirî di bazarê de hene.

Ew wekî nimûne ji bo tawanên di warê aborî û bazirganiyê de têne bikaraînin û herweha di saxtekariyên sîstema refahê de jî. Wekî nimûne kesek kare ta pênc nasnameyên cuda di qeyda nifûs û nasnameyan de hebe.

Hem polîs û hem jî lêhûrnerînên cuda dibêjin ku astengiyeke mezin ku bi tevahî 14 meqam û dezgeh li Swêdê xwedî mafê dana belgeyên nasnameyê ne, ji wan Skatteverket, daîreya bacê ya giştî û bank bi xwe.

Nuha hikûmet dixwaze hejmara van meqaman kêmtir bike, belkî jî bibin tenê yek cî bi mafê dana belgeyan.

-Wezîrê dadê Morgan Johansson dibêje ev beşek e ji astengiyê. Ji ber vê yekê wê lêhûrnerîna nû lê binere. Me gelek belgeyên cuda yên nasnameyê hene û çend ji wan bihêsanî karin bêne saxte kirin.

Wê ev lêhûrnerîn li imkana bikaranîna agahiyên biyometrî di belgeyên nasnameyê de binere, agahiyên derbarê şoptiliyan û form û şikilê rûyê mirovan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".