Miaşê erkdarên xizmeta leşkeriyê duqat dibe
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Peredana ji bo erkdarên xizmeta leşkeriyê duqat dibe

Peter Hultqvist: "Ev derbarê wekheviyê ye"
1:03 min

Îro hikûmet biriyarê dide derbarê duqatkirina bedel û peredanê ji bo kesên ku ji ber destpêkirina xizmeta leşkerî dîsan mecbûr bûne herin perwerdeya leşkerî ya bingehîn.

Sebeb ew e ku ew kesên ku bi dilxwazî îro derbasî sîstemê dibin pereyekî zêdetir werdgirin.

Ev zêdekirin tê wateya ku peredana rojane ji bo erkdarên bergiriya seranser wê ji 72 kron bibe 146 kron. Di heman demê de jî wê xelata ku piştî temamkirina perwerdeyê tên pêşkêşkirin duqat bibe, wê ew kesên neh mehan di perwerdeyê de beşdar bûne dora 35 000-40 000 kron werbirgin û yên yanzdeh mehan beşdar bûne 45 000 kron werbigirin.

Li gor wezîrê bergiriyê Peter Hultqvist ev derbarê wekheviyê ye û giring e ku hem naverok û peredan baştir bibe ji bo wan kesên beşdarî perwerdeya erka leşkerî dibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".