.
Foto: SVT

Zilamê 46 salî ji ber pirsa namûsê hate kuştin

Yê dozger: "Herdu ehlê hev in"
1:04 min

Kuştina zilamê 46 salî li Falunê di gulanê de ji aliyê yê dozger ve bi pirsa namûs û şerefê ve têne girêdan.

Zilamekî 50 salî nuha bi gumana kuştina zilamê 46 salî hatiye girtin. Li gor yê dozger ev her du ehlê hev in.

Ev kuştin di gulana vê salê de bû li devera Stensjön li derveyê Falun, zilamê 46 salî bi meqesekî hate kuştin. Ne dûr ji ciyê bûyerê polîs zilamê 50 salî girt û pişt re ji aliyê dozger ve bi gumana kuştinê hate girtin.

Doh êvarî yê dozger ji beşê nûçeyên Telefizyona Swêdê (SVT Nyheter) re got ku kesê kuştî û yê ew kesê bi kuştina wî gumanjêkirî hevdû nas dikin.

Nûnera hiqûqî ya malbata zilamê kuştî ji beşê nûçeyên Telefizyona Swêdê re dibêje beşên zelal yên girêdayê bi pirsa namûs û şerfê ne di vê kuştinê de hene.

Nuha lêkolînek li ser kuştina vî zilamî yê bi navê namûsê û şerefê hatiye kuştin li dar e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".